Atolyeya li ser navê Mihri Müşfikê

Zarokên Siwêregî dê li vê derê xêzkirina wêneyan hîn bibin...

Atolyeya li ser navê Mihri Müşfikê

Li Siwêrega Rihayê li ser navê ressama ewil a Tirkiyeyê Mîhrî Müşfikê atolyeyek hat vekirin. Di atolyeyê de zarok dê xêzkirina wêneyan hîn bibin.

Li Dibistana Seretayî ya Gazî Paşayê ya Siwêrega Rihayê bi piştgiriya Ajansa Qerejdaxê atolyeyek hat vekirin.

Atolye li ser navê ressma ewil a Tirkiyeyê Mîhrî Müşfikê hat çêkirin.

‘’Me projeya Mîhrî Muşfîkê ya bi navê Hemû Reng Spî Dibin çêkir. Me ev pol ava kir. Gelek piştgirî dan û amûr şandin. Ji bo me ya girîng avakirina atolyeyekê bû û ev der bû atolyeya wêneyan. Me xwest ji bo zarokên Siwêregî wan derfetan bidin da ku bi hunerê re mijûl bibin.’’

Zarok li vê derê dê xêzkirina wêneyan hîn bibin.

Pola zarokan bi hemû alav û amûran amade ye û zarokan ji niha ve dest bi xêzkirina wêneyan kirine.

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE