Şaredariya Mêrdînê ji bo ciwanan projeyên nû li dar dixe. Avahiya nû ya navenda ciwaniyê hat vekirin. Ji bo navenda ciwaniyê ya ku 20 hezar endamên wê hene, qadên nû tên amadekirin.
Xwendekar ku bixwazin wê pirtûkan bixwînini...
Ku pirtûk têra wan nekin wê bi înternetê hîn bibin...
Ji bo ciwanan her cure derfet tên amadekirin.
Şaredariya Mêrdînê avahiya nû ya navenda ciwaniyê vekir.
Bi beşdarbûna şaredar, rayedar û welatiyan, avahî bi merasîm hat vekirin.
Li vir ji bo ciwanan qadên faeliyetên cur bi cur hatin amadekirin.
20 hezar endamên navenda ciwaniyê ya Mêrdînê hene û her ku diçe ji bo ciwanan qadên nû tên vekirin.