Li Ercişa Vanê, xwendekarên lîseyê balafireke bêpîlot çêkirin. Wesaîta ku bi kumandayê difirînin 20 deqeyan li hewayê dimîne.
Bi mehan e ji bo ku balafira destçêkirî bi hewa bixin perwerdeyê dibînin û dixebitin.
Li Ercişa Vanê xwendekarên lîseyê balafira ku bi kumandayê difirînin ceribandin.
Salên wan biçûk in lê xeyalên wan mezin in. Xwediyên projeyê 3 xwendekarên keçik dixwazin bi vê balafira bêpîlot tevlî TEKNOFESTê bibin û ji bo ku projeya xwe bi pêş bixin, piştgiriyê bigirin.