Bavê 3 zarokan piştî gelek salan zanîngeh bi yekemîntî xilas kir

Bavê 3 zarokan piştî gelek salan zanîngeh bi yekemîntî xilas kir

Murat Yildirimê 45 salî yê zewicî ku 3 jî zarokên wî hene ji Dibistanabilind a Pîşeya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Bîngolê bi yekemînî mezûn bû.

Yildirimê ku bavê wî zû wefat kiribû di sala 1997an da beşa tornayê ya lîseya pîşeyê xilas kiribû û dest bi kar û xebat kiribû lê xeyala xwe ya ku zanîngehê bixwîne bi cî neanîbû.

Ji ser ra gelek wext derbas bû lê Yildirimê wek karmend dixebitî xwest zanîngehê xilas bike û ji bo jî li bajarê xwe dest bi lêkolînê kir. Yildirim pê hesiya ku li Zanîngeha Bîngolê Beşa Teknolojiyên Makîne û Metalê vebûye.

Yildirim ji bo zanîngehê bixwîne amadehî kir, di sala 2020î da ket ezmûnê beşa ku dixwest qezenc kir û îsal jî ji nav 150 xwendekarên beşê wek yekemîn mezûn bû.

Di merasima mezûnbûnê da mamosteyê wî yê dibistana sereke û yê kurê wî Melîk Turhan û zarokên wî Halîd Meşal û Emîr Hattab Yildirim cî girtin.

Yildirim di merasimê da cube li xwe kir û belgeya wî yekemîntiyê teslîm kirin û wî jî kumê xwe avêt bal hevalên xwe.

Murat Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî da teknîsyeniyê dike û wiha domand: "Ji ber şert û mercên jiyanê min xeyalên xwe taloq kirin. Min bi xwendina vê beşê xwest ku bila zarokên min jî bibînin û ew min mînak bigirin. Ez dixwazim beşa endezyariyê bixwînim."

Serokê Beşa Teknolojiyên Makîne û Metalê Doç. Dr. Îhsan Kirik jî got ku Yildirim yekî gelek bi xîret e û ji bo xwendekarên din jî ew bû mînak.

- "Serfiraziya bavê min ji bo me bû mînaka herî baş"

Kurê Yildirim Halîd Meşal got: "Ev serfirazima bavê min ji bo me jî bû mînak û me hedefên xwe mezintir kirin."

Melîk Turhanê mamosteyê Yildirim ê dibistana seretayî jî got ku bingeha perwerdehiya li dibistana seretayî tê dayîn gelek muhim e û wiha domand: "Murat ji berê va yekî jêhatî bû. Ez bi wî serbilind im. Piştî emrekî ji heqê vê yekê derketin jî giring e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE