Belavkirina tabletan dest pê kir

Ziya Selçuk: Wê li gorî hewcedarî û hejmara xwîşk û birayan werin belavkirin

Belavkirina tabletan dest pê kir

Ji bo piştgiriya xwendina ji dûr ve wê ji serê hefteyê û pê ve li xwendekaran tablet werin belavkirin. Her wiha Wezîrê PerwerdeZiya Zelçuk hişyarî da malbatan ku guh nedin hin kesên nêtxirab ên ku li ser navê wezaretê telefonê wan dikin.

Ji bo xwendekaran wê wek herwe an jî belaş tablet werin belavkirin.

Wê tenê xwendekarên hewcedar karibin bigirin û serlêdan neyê kirin.

Wezîrê perwerdeyê Ziya Selçuk li ser belavkirina tabletan hûrgilî parve kirin.

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Zelçuk: Plana li ser belavkirina kompîtûran a wezareta me û saziyên din wê li gorî hewcedariya xwendekaran, dahata malbatê, hejmara xwîşk û birayên xwendekaran, pêdiviya perwerdeyê û serkeftina dibistanê were kirin.

Wezîr Selçuk li ser medyaya civakî dîmenek parve kir û hişyarî da malbatan.

Wezîr got li dijî kesên ku li ser navê wezaretê telefon dikin û agahiyan distînin baldar bin.

Ji bo xwendekarên ku wê ji dûr ve perwerde bibin wê 500 hezar tablet wek bê pere werin dayîn û tenê ji aliyê wezareta perwerdeyê ve wê werin belavkirin.

Rêveberiyên bajêr ên wezareta perwerdeyê wê xwendekarên hewcedar tespît bikin.

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Zelçuk: Xwendekarên tespîtkirî wê karibin cîhazên xwe li dibistanên xwe bistînin.

Ji destpêka hefteyê û pê ve wê tablet peyderpey werin belavkirin.

Rêveberiyên perwerdeyê yên bajêr wê pêvajoya belavkirinê bi rêve bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE