Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) belgeyên ketina Ezmûna Tesbîta Asta Zimanên Biyanî (2019-YDS/1) ya kesên ku têkevin ezmûnê weşand.
Li gor daxuyaniya li ser malpera OSYMyê hat weşandin, karûbarên eşkerekirina salon û avahiyên ku namzedên têkevin ezmûna 2019-YDS/1ê ya ku ew ê di 24ê adarê da were kirin hatin temamkirin.
Belgeyên ketina ezmûnê ya ku agahiyên salon û avahiyên namzed lê têkevin ezmûnê li ser "https://ais.osym.gov.tr" ya malpera OSYMyê hatin weşandin û namzed dikarin bi nimareya xwe ya welatîbûnê û şîfreya xwe belgeya xwe daxin.
Ew ê ji saed 10.00î şûnda namzedan hilnedin salon û avahiyên ezmûnê.