Li Tetwana Bilîsê, Mamoste Rezzan bi lîstikan ilmên dînî hînî zarokan dike. Zarok dawiya heftê tên kursa Quranê û ji bo elaqe û lîstikên Mamoste Rezzan zahf kêfa wan ji vê derê re tê.
Zarok herî zêde jî gava dilîzin hîn dibin…
Mamoste Rezzan jî bi lîstikan ilmên dînî hînî zarokan dike.
Ev der li Tetwana Bilîsê, kurseke Quranê ye.
Bi saya metoda mamoste Rezzan zarok ji kursê gelek hez dikin.
Li vê derê zarok li gorî emrê xwe û bi lîstikan perwerdeya dînî dibînin.
Ji bona vê jî zarok bi çar çavan li benda dawiya hefteyê ne ku werin kursê.