Li Vanê, li kolejeke taybet bi teknîka Life Kinetics’ê ders tên dayîn. Xwendekarên ku bi taybetî jî di dersa kurdî de vê teknîkê bi kar tînin, him zûtir mijarê hîn dibin him jî di dersê de bi lîstikên ku tên lîstin wextê xweş derbas dikin.
Tekînaka Life Kineticsê bi taybetî jî di warê perwerdeyê li dibistanan tê sepandin.
Lewra bi saya vê teknikê xwendekar bi riya lîstikan dersên xwe hîn dibin.
Li Vanê jî kolejeke taybet bi tabetî jî di dersa zimanê kurdî de vê teknîkê bi kar tîne.
Xwendekar dema di dersê de Kurdî hîn dibin, serî li vê teknîkê didin û bi lîstikan zanîna xwe pêş dixin.
Mamosteyê vê teknîkê dibêje: “Piştî vê teknîkê zarokan zêdetir eleqe nîşanî dersan dan.”