Çalakiya ji bo hilbijartina ders kurdî

Ji bo dersên Kurmancî û Zazakî werin hilbijartin li ser bajêr çetir vekir 

Çalakiya ji bo hilbijartina ders kurdî

ji asîmanan ve bangî xwendekaran kir ku bila li mektebên xwe dersên kurmancî û zazakî hilbijêrin. çetirbaz tarik ayebeyê ku li dêrika mêrdînê dijî, ji bo piştgiriya kampanyaya dersa kurdî bi çetirê nêzî saetekê li ser bajêr firiya. 

Ji bo dersên Kurmancî û Zazakî werin hilbijartin li ser asîmanên bajêr çetir vekir. 

Çetirbaz Tarık Ayebeyê ku li Dêrika Mêrdînê dijî, ji bo balê bikişîne ser girîngiya hilbijartina dersa Kurdî nêzî saetekê li ser bajêr firiya. 

Ayebe, bangî welatî û xwendekaran kir ku bila dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. 

Ayebe got: “Wezaretê heqekî wisa daye me. Divê em jî xwedî li zimanê xwe derkevin. ” 

Çetirbaz Tarık Ayebe, piştî demekê daket erdê û çalakiya xwe xilas kir. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE