Daxuyaniya ji bo perwerdeya li ser televîzyon û înternetê

Selçuk: Me ji bo xwendekaran naverokên perwerdeya ji dûr ve amade kir.

Daxuyaniya ji bo perwerdeya li ser televîzyon û înternetê

Di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de dibistan hatin tatîlkirin. Xwendekar ji 23’ê adarê û pê ve dê hefteyekî ji dûr ve bên perwerdekirin. Wezîrê Perwerdeyê Zîya Selçuk hûrgiliyên perwerdeya ji dûr ve parve kir. Wezîr Selçuk got em ê perwerdeya televîzyonê di TRT’yê de bidin. Her wiha wê li ser tora înformatîk jî perwerdeya înternetê were dayîn.

Wezîrê Perwerdeyê Zîya Selçuk:”Me ji pola yekemîn heta pola 12emîn a lîseyan ji bo hemû xwendekrên xwe naverokên perwerdeya ji dûr ve amade kir. Ev demeke dirêj e ku me li ser vê mijarê xebatên berfireh dabûn destpêkirin. Ev xebat ber bi qedandinê ve ne.”

Tevdîrên vîrûsa koronayê hatin zêdekirin û betlaneya navberê zûtir dest pê kir.

Xwendekar wê di navbera 16 û 23’ê Adarê de neçin dibistanê.

Piştî 23’ê Adarê jî wê ji dûr ve li mala xwe werin perwerdekirin.

Wezîrê Perwerdeyê Zîya Selçuk: Bi tora perwerdeya înformatîk a li ser înternetê û bi riya TRT’ê li ser ekranên televîzyonê wê dersên telafiyê werin dayîn.

Bi riya TRTê wê perwerdeyên cûda bên dayîn û ji bo wê jî wê kanalên nû werin vekirin.

Wezîrê Perwerdeyê Zîya Selçuk: Perwerde wê ne li ser kanalên heyî, wê li ser çend kanalên nû wek dersên sibeh û nîvrokî bi polên cuda werin dayîn. Di çarçoveya planekê de wê di saetên diyarkirî de ders li ser televîzyonê bidin temaşekirin.

Li ser înternetê wê tora înformatîk a perwerdeyê were bikaranîn û ders bên dayîn.

Ji bo vê yekê wê ji xwendekaran re înterneta belaş bê dayîn.

Piştî ku betlaneya pêwist qediya wê dersên telefiyê yên rûbirû jî werin dayîn.

Li gel dibistanan, krêş û fêrgehên zarokan ên taybet ku girêdayî wezareta malbat, xebat û xizmetên civakî ne jî ketin betlaneyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE