Daxuyaniya li ser karûbarên perwerdeya 2020-2021ê

Xwendekarên lîseyê yên nexweşiyên wan ên kronîk hene ew ê perwerdeyê ji dûr va bibînin.

Daxuyaniya li ser karûbarên perwerdeya 2020-2021ê

Midûriyeta Giştî ya Dibistana Navîn a Wezareta Perwerdeya Neteweyî der barê karûbarên perwerdeya 2020-2021ê da nivîs şand bajaran. Li gor vê heyama dersê ya salê ew ê di 31ê tebaxê da dest pê bike. Heke lazim bike li lîseyan ezmûnên berpirsyariyê û têrkariyê ew ê di nav 2 hefteyan da (31ê tebaxê-11ê îlonê) werin kirin.

Li gor îmkanan ezmûnê li salonên sporê, salon û xwarinxaneyan werin kirin. Heke îmkan tunebe jî li gor mesafeya fizîkî cî werin amadekirin û ezmûn wisa werin kirin.

Piştî ku perwerdeya rûbirû dest pê bike xwendekarên nexweşiyên wan ên kronîk hene ew ê li ser Sîstema e-Nabizê belgeya xwe bistînin û bidin îdareya xwendingehan û perwerdeya xwe ji dûr va bidomînin. Di vê mijarê da Midûriyeta Perwerdeyê ya navçe û bajaran ew ê tevdîran hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE