Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê diyar kir ku burs û krediya xwendekarên zanîngehan a meha cotmehê razandin hesabên wan.
Wezîr Kasapoglu di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji îro pê va burs û krediya cotmehê razandin hesabên xwendekaran.
Mehmet Muharrem Kasapoglu diyar kir ku di navbera 6 û 10ê cotmehê da li gor reqema dawîn û nimroya nasnameyê pereyê were dayîn.
Kesên reqema dawîn a nasnameya wan 0 e di 6ê cotmehê da, yên 2 ye di 7ê cotmehê da yên 4 e di 8ê cotmehê da yên 6 e di 9ê cotmehê da yên 8 e di 10ê cotmehê da ew ê pereyê xwe bistînin.
AA