Dema tercîhan îro diqede

Xwendekar dikarin heta saet 23:59an tercîhên xwe bikin...

Dema tercîhan îro diqede

Ji bo 2 milyon xwendekarên ku dixwazin li zanîngehê bixwînin dema tercîhan îro xilas dibe. Ji bo bicihkirina li lîseyan jî heyama neqla ewil îro dest pê kir.

Bi qasî 2 milyon xwendekar, ji bo li zanîngehan bi cih bibin tercîhên xwe dikin.

Pêvajoya ku di 23 Tîrmehê de dest pê kiribû, îro di saet 11 û 59ê şevê de de xilas dibe.

Xwendekar dikarin bi nimreya xwe ya nasnameyê û bi şîfreya xwe li ser malpera ÖSYM’ê tercîhên xwe bikin.

Di vê navberê de di bicihkirina li liseyan de jî heyama neqla ewil dest pê kir.

Xwendekarên ku di heyama ewil de li lîseyeke li gorî dilê xwe bicih nebûne û yên dixwazin mekteba xwe biguherînin, wê karibin di vê heyamê de tercîhên xwe bikin.

Pêvajoya tercîhan wê 2yê Tebaxê, roja înê xilas bibe.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE