TRT bi ekîb û kanalên xwe piştgiriyê dide. Qeydên dersan li İstanbulê 5 û li Ankarayê jî di 3 Studyoyan de tên kirin
Li dibistanan dersên ji dûr ve di 23yê adarê de dest pê dikin. Nêzî 16 milyon xwendekar ji roja duşemê û pê ve him li ser înternetê him bi riya kanalên trt’ê, dersên xwe wê bişopînin. Trt bi ekîb û kanalên xwe, wê piştgiriyê bide perwerdeyê.
Piştî belavbûba Vîrûsa koronay, dewletê biryar da ku perwerdeyê ji dûr ve bide xwendekaran. Ji roja Duşemê û pê ve wê dersên ji dûr ve dest pê bikin.
Nêzî 16 milyon xwendekar dê li ser înternetê li vîdeoyên dersên wek zimanê Tirkî, Matematîk, Zanistên Civakî, Zanistên Fenî û Zimanê Îngilîzî temaşe bikin.
Perwerde him li ser înternetê û him jî bi riya qanalên TRT’ê wê bên weşandin.
TRT jî bi hemû derfetên xwe piştgiriyê dide vê sîstemê..
Koordinatorê Perwerdeya ji Dûr ve Adalet Özkan: Ev krîzek bû û ti kes ne li bendê bû. Ji nişka ve derket holê. Me jî wek TRT’ê di heman demê de çareyek pêk anî. Me li Enqerê di 3 stûdyoyên sereke de, dest bi girtina qeyda dersan kir. Em li vir bi rêk û pêk dixwazin qeydên xwe bigîhînin zarokan.
kanala TRT’ê de wê dersên hevpar ên gelek xwendekaran bên weşandin