Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê diyar kir ku dest pê kirin burs krediya xwendekaran a meha rêbendanê didin.
Wezîr Kasapoglu di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku ji îro pê va dest pê kirin burs û krediya milyonek û 397 hezar û 469 xwendekarên zanîngehan radizînin hesabên wan.
Di daxuyaniya wezaretê da jî wiha hat gotin: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê burs û kredî eşkere kiribûn, ji îro pê va burs û krediyan radizînin hesabên xwendekaran. Li gor vê ji vê mehê pêva burs û krediya lîsansê ji 550 lireyî derket 650 lireyî, ya lîsansa bilind ji 1100 lireyî derkete 1300 lireyî. Burs û kredî di navbera 6 û 10 rêbendanê da ew ê li gor nimareya dawîn a nasnameya TCyê were razandin. Yên jimareya wana dawîn 0 di 6ê rêbendanê da, yên nimareya wan a dawîn 2 di 7 rêbendanê da, yên nimareya wan a dawîn 4 di 8ê rêbendanê da, yên nimareya wan a dawîn 6 di 9ê rêbendanê da yên nimareya wan a dawîn 8 di ew ê di 10ê rêbendanê da pereyê xwe bistînin."AA