Di betlaneyê da dibistana xwe xweş kirin

Li Erdexanê midûr û mamosteyên Dibistana Seretayî ya 23yê Sibatê beriya ku serdema nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê bike, ji bo xwendekaran dibistana 18 polên wê hene, boyax kirin, derî û dolabên wê temîr kirin û dîwar bi resman va xemilandin

Di betlaneyê da dibistana xwe xweş kirin

Li Erdexanê midûr û mamosteyên Dibistana Seretayî ya 23yê Sibatê beriya ku serdema nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê bike, ji bo xwendekaran dibistana 18 polên wê hene, boyax kirin, derî û dolabên wê temîr kirin û dîwar bi resman va xemilandin.

Di dibistana ku li navenda bajêr e da 20 mamoste wezîfeyê dikin û 470 xwendekarên wê hene. Gurbuz Yildizê midûrê dibistanê, Kasim Akçayê alîkarê midûr û mamoste ji bo ku dibistanê ji xwendekaran ra paqij û xweş bikin, her çend di betlaneyê da bin jî bûne seferber.

Gurbuz Yildizê midûrê dibistanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku weke her sal wan ji mamosteyên dildar ekîbek ava kir û vî karî bi hev ra dikin.

Yildiz diyar kir ku ew havînê li dibistanê bûn û ji ber ku xwendekar û mamoste tunebûn, ev serdem sakîn derbas bû.

Yildiz destnîşan kir ku ew di her heyama betlaneyê da kêmasiyên dibistanê bi derfetên xwe têkûz dikin û wiha dewam kir:

"Em her sal vî karî bi dil û can dikin. Nêzî hefteyek berê me bi mamosteyên xwe va dest bi tedîlat û temîratê kir. Me pêşiyê boyax kir, pano rast kirin. Vê gavê tu kêmasiya me tuneye. Tenê rastkirina polan û karên paqijiyê ma. Ez bi mamosteyên hevalê xwe serbilind im. Lewra di betlaneya xwe ya havînê da ne li cem malbatên xwe bûn, li dibistanê dixebitîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 15:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE