Li Muşê bi sedan xwendekaran di çarçoveya dersa “perwerdeya nirxan” de derdora xwe paqij kir. Xwendekar û mamosteyan bi hev re çop dan hev û bal kişandin ser paqijiya derdorê.
Li bajarokê Anzara girêdayî Muşê xwendekaran di çêrçoveya Dersa “Perwerdeya Nirxan” de derdora xwe paqij kir.
600 xwendekar û mamosteyên wan rahiştin poşetên çopê û li bajarokê xwe çop dan hev.
Xwendekarên ku bi kêfeke mezin çop didan hev bi hev re ketin pêşbaziya paqijiyê.
Xwendekar û mamostayên ku hemû kolan û sikakên bajêr paqij kirin 50 torbeyên mezin çop dan hev.
Xwendekaran çopa dan hev, xistin wesaîda çopê ya şaredariyê.
Peywirdarên Şaredariyê jî ava fêkiyan dan xwendekaran.