''Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê dest pê bike''

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê bê destpêkirin.

''Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê dest pê bike''

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got: "Di serî da lîsteya mamosteyên perwerdeya rû bi rû didin lîste ji Wezareta Tenduristiyê ra hatin şandin. Ev lîste di pergala randevuyê da tên amadekirin. Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê bê destpêkirin."

Li Aralika navçeya Îdirê di Dibistana Seretayî ya Godekliyê da ji bo serdema duyemîn a perwerde û hîndekariyê ya sala 2020-2021an merasimek hat lidarxistin.

Wezîr Selçuk beşdarî merasimê bû, piştî xwendina Sirûda Îstiklalê zengila dersa ewil xist.

Selçuk li merasimê da got bila serdema duyemîn a perwerde û hîndekariyê ya sala 2020-2021î li ser xêrê be.

- "Li gundan perwerdeya rû bi rû dest pê kir"

Selçuk wiha axivî: "Ji niha pê va li dibistanên gundên me di asta seretayî da di 6 hezar polên bi hev ra hatine girêdan da û li 2 hezar û 700 pêşdibistanan perwerdeya rûbirû dest pê kir. Xwendekarên me yên din jî li pêş ekranan cihên xwe girtin. Nîva salê ya duyem ji xwendekar, mamoste û malbatên me ra li ser xêrê be. Ji vê hefteyê pê va li hemû gundên welatê me xwendekar gihîştin dibistanên xwe û dikenin ku em ji ber vê kêfxweş in. Piştî vê gavê, di 1ê Adarê da ji bo xwendekarên pêşdibistan, perwerdeya taybet, dibistana seretayî û xwendekarên pola 8 û 12emîn yên ji bo ezmûnên lîse û zanîngehê amadehiyan dikin bigîhîjin dibistanên xwe emê deriyên dibistanan vekin. Ji bilî vê li bajar û navçeyan li gor rewşa şewbê emê rîskê tesbît bikin û hemû dibistan ji bo ku bên vekirin emê amadehiyan bikin."

- "Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê dest pê bike"

Selçuk got di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyan bên kirin û wiha agahî da: "Di serî da lîsteya mamosteyên perwerdeya rû bi rû didin lîste ji Wezareta Tenduristiyê ra hatin şandin. Ev lîste di pergala randevuyê da tên amadekirin. Di hefteya dawîn a sibatê da aşiyên doza ewil a mamosteyên me wê bê destpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE