"Di mijara LGSyê da em li gor hemû senaryoyan tevdîrên xwe hildidin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "(LGS) li gor hemû senaryoyan em tevdîrên xwe hildidin. Divê em ji weliyan zêdetir baldar bin."

"Di mijara LGSyê da em li gor hemû senaryoyan tevdîrên xwe hildidin"

 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "(LGS) li gor hemû senaryoyan em tevdîrên xwe hildidin. Divê em ji weliyan zêdetir baldar bin."

Selçukê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk got ku bi perwerdeya ji dûr va em nikarin bibêjin ku me hemû perwerdeya rû bi rû daye, lê li gor tiştên ku me dixwest bikin karên baş derketin meydanê.

Selçuk ragihand ku xwendekarên dibistana seretayî û navîn karnameyên xwe ji ser e-dibistanê û xwendekarên lîseyê jî bi randevuyê wê ji dibistanan hildin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk got ku heger heta 19ê Hezîranê me ji bona 3 hefteyan dibistan vekira bawer bikin wê pirsgirêkên mezin derketana.

Ziya Selçuk der barê pirtûkên ji bona havînê da diyar kir wê roja duşem û sêşemê bidin nasandin û got ku him li bajaran û him jî li navçeyan em ji dibistanan ji weliyan ra bişînin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir perwerdeyên telafiyê yên ku 31ê Tebaxê wê li dibistanên dewletê dest pê bikin mecbûrî nînin.

Selçuk got ku ji tenduristiyê girîngtir terciheke me ya din tuneye, ji bona min kenê zarokekî girîng e.

Ziya Selçuk der heqê di şewba Kovîd-19ê da îhtimala pêleke nû da destnîşan kir li gor gelek senaryoyan amadehî hene û got ku rewş çawa be jî em di mijara tevdîran da biryardar in.

Selçuk diyar kir di mijara LGSyê da li gor hemû senaryoyan tevdîrên xwe hildidin û got ku divê em ji weliyan zêdetir baldar bin.

Selçuk der barê xwendekarên bi Kovîd-19ê ketine û wê bikevin ezmûnên LGSyê da wiha got: "Me tevdîr hildane û avahiyên cuda amade kirine. Bira qet nekevin fikarê."

Ziya Selçuk ji bona pêşniyaza bira ezmûnên LGSyê li derva bên çêkirin wiha axivî: "Heger ewlehiya ezmûnê bikeve talûkeyê hemû ezmûn badilhewa dibe. Talûke zêde ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE