Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand ku 12ê cotmehê roja duşembê, dê hemî dibistanên seretayî, dibistanên gundan, polên 8 û 12an digel dibistanên xwendekarên taybet, ji bo perwerdeya rûbirû tên vekirin.
Wezîr Selçuk di parvekirina xwe ya bi taga "#okullaracılıyor" (Dibistan vedibin) ya li ser Twitterê de kêfxweşiya ji vebûna dibistanan anî ziman.
Selçuk wiha got, "12ê cotmehê roja duşembê, em hemî dibistanên seretayî, dibistanên gundan, polên 8 û 12an digel dibistanên xwendekarên taybet ji bo perwerdeya rûbirû vedikin. Hêviya me ew e bi awayekî bi tendirust û ewle em bi xwendekarên xwe re bicivin."
Ji aliyekî din ve Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk ji bo ragihandina biryarên nû yên derbarê bi qedeme derbasbûna perwerdeya rûbirû de dê sibe saet 11.00ê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
AA