Di YKSyê da rûniştina Testa Têrdariya Beşan

Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) ezmûna YKSyê li 81 bajar û Lefkoşayê dike. Îsal 2 milyon û 56 hezar û 512 kesan ji bo AYTyê serlêdan kir.

Di YKSyê da rûniştina Testa Têrdariya Beşan

Testa Têrdariya Beşan (AYT) ku di Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da rûniştina duyem e, dest pê kir.

Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) ezmûna YKSyê li 81 bajar û Lefkoşayê dike. Îsal 2 milyon û 56 hezar û 512 kesan ji bo AYTyê serlêdan kir.

Di çarçoveya YKSya 2022yê da duh Testa Têrdariya Sereke (TYT) wekî rûniştina ewil hat kirin. AYTya rûniştina duyem jî di saet 10.15an da dest pê kir. Ezmûn li 111 hezar û 531 salonên 6 hezar û 17 avahiyan da tê kirin û 317 hezar û 765 kes ji bo ezmûnê hatin wezîfedarkirin. 7 hezar û 803 namzedên astengdar ketin ezmûna AYTyê.

Piştî saet 10.00î êdî kes hilnedan avahiyên ezmûnê.

Di AYTyê da ji namzedan 40 pirsên Testa Ziman û Wêjeya Tirkî-Zanistên Civakî-1, 40 pirsên Testa Zanistên Civakî-2, 40 pirsên Testa Matematîkê, 40 pirsên Testa Zanistên Fenê hatin pirsîn û ji bo van pirsan 180 deqîqe dem hat dayîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE