Dibistan biçûk e wê avahiyeke din bidin çêkirin

Bi saya mamosteyan zarok tev wê rihettir werin dibistanê...

Dibistan biçûk e wê avahiyeke din bidin çêkirin

Li Taxa Otlakbaşıyê ya Muradiyeya Vanê, ji ber ku dibistan biçûk e zarok bi dorê du danan ten mektebê. Mamosteyên mektebê di nav xwe de pere berhev kirin û bi piştgiriya şaredariyê wê avahiyeke din li dibistanê zêde kin.

Dibistana Taxa Otlakbaşıyê pir biçûk e û têra hemû xendekaran nake.

Ji ber vê hin xwendekar serê sibê di seat 7an de dest bi dersê dikin hin jî piştî nîvro tên û êvarê piştî roj diçe ava ji dibistanê derdikevin.

Mamosteyên dibistanê ji bo xwendekar zêdetir aciz nebin niha avahiyeke din didin çêkirin.

Midûriya perwerdeyê ya navçê û şaredariya Muradiyê jî piştgiriyê didin projeyê.

Bi xêra mamosteyan xwendekar dê vê zivistanê rihettir werin dibistanê û hêj nebûye êvar wê werin mala xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE