Dibistan roja înê dikevin betlaneya havînê

Nêzî 18 milyon xwendekarên ku di pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê da dixwînin wê 14ê hezîranê roja înê karneyên xwe bistînin

Dibistan roja înê dikevin betlaneya havînê

Nêzî 18 milyon xwendekarên ku di pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê da dixwînin wê 14ê hezîranê roja înê karneyên xwe bistînin.

Sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an ku 17ê îlona 2018an dest pê kiribû, roja înê kuta dibe.

Encamên LGSyê wê 24ê hezîranê eşkere bibin.

Kesên ku ji lîseyê mezûn dibin wê di 15 û 16ê hezîranê da bikevin Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS). Testa Sereke ya YKSyê wê 15ê hezîranê roja înê di saet 10.15an da were kirin. Testa Beşan wê 16ê hezîranê roja yekşemê di saet 10.15an da were kirin, Testa Zimanê Biyanî jî wê heman rojê di saet 15.45an da were kirin. Li gor teqwîma OSYMyê encamên YKSyê wê 18ê tîrmeha 2019an eşkere bibe. Piştî encamên LGS û YKSyê xwendekar wê tercîhan bikin.

Li gor teqwîma xebatê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî heyama perwerdeyê ya 2019-2020an hefteyekê hildin pêş û di 9ê Îlona 2019an da bidin destpêkirin.

Di 18-22yê Mijdara 2019an da betlaneya navberê ya ewil wê were kirin. Betlaneya nîvê salê jî wê di navebra 20-31ê Rêbendana 2020an da be. Serdema duyemîn wê di 3yê sibata 2020î da dest pê bike. 6-10ê Nîsan 2020an da betlaneya navberê ya duyemîn e. Nîvê duyemîn ê serdema duyemîn jî wê di 19ê hezîramê da kuta bibe û betlaneya havînê ya 11 heftan wê dest pê bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE