Dibistan sibê vedibin

18 milyon xwendekar û ji milyonekî zêdetir mamoste wê sibê dest bi saleke nû ya perwerde û hîndekariyê bikin

Dibistan sibê vedibin

Piştî kutabûna betlaneya havînê 18 milyon xwendekar û ji milyonekî zêdetir mamoste wê sibê dest bi saleke nû ya perwerde û hîndekariyê bikin.

Di sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an da xwendekarên ku ji derva va dixwînin tê da 17 milyon û 749 hezar û 876 xwendekarên dibistanên fermî û taybet û milyonek û 75 hezar û 196 mamoste wê dest bi dersê bikin.

Serdema yekemîn wê di 18ê rêbendana 2019an da roja înê kuta bibe. Betlaneya nîvê salê di navbera 21ê rêbendan û 1ê sibata 2019an da ye. Serdema duyemîn jî 4ê sibata 2019an roja duşemê wê dest pê bike û 14ê hezîrana 2019an roja înê kuta bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2018, 15:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE