Dibistanên navîn û lîseyan dest bi perwerdeya rûbirû kir

Dibistanên navîn û lîseyan dest bi perwerdeya rûbirû kir

Di pêvajoya têkoşîna Kovîd-19ê da ji bo meha hezîranê di çarçoveya normalîzebûna gavbigav da li tvahiya Tirkiyeyê dibistanên navîn û lîseyan dest bi perwerdeya rûbirû kir.

Di 1ê hezîranê da hemû dibistanên seretayî û pêşdibistan di hefteyê da 2 rojan, dibistanên gundan û dibistanên niştewarên ku nifûsa wan zêde nîne jî di hefteyê da 5 rojan dest bi perwerdeya rûbirî kiribû.

Hemû dibistanên navîn û lîseyan jî îro dest bi perwerdeya rû bi rû kir û wê di hefteyê da 2 rojan çêbe.

Xwendekaran maskeya xwe da ber dev û pozê xwe û li gor mesafeya xweparastinê ketin dorê. Piştî xwendina Sirûda Îstiqlalê, zengila dibsitanê lê xist û xwendekar bi dorê ketin dibistanê.

Li dibistanan perwerdeya rû bi rû li gor daxwazê ye, malbatên ku naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanê jî dikarin neşînin.

Perwerdeya telafiyê wê heta 2yê tîrmehê dewam bike.

- Li Stenbolê di pêvajoya têkoşîna Kovîd-19ê da ji bo hezîranê di çarçoveya normalîzebûna gavbigav da dibistanên navîn û lîseyan dest bi perwerdeya rûbirû kir.

Di çarçoveya tevdîrên şewbê da xwendekaran demekê li ser înternetê ders dîtin, lê niha cardin vegeriyan polên xwe û dest bi dersê kir.

Li Dibistana Navîn a Fatîhê ya Yenîbosnayê xwendekaran maskeya xwe da ber dev û pozê xwe û li gor mesafeya xweparastinê ketin dorê. Piştî xwendina Sirûda Îstiqlalê xwendekar bi dorê ketin dibistanê.

Burhan Sakalliogluyê xwendekar diyar kir ku ew kelecanî ye ku cardin hat dibistanê û wiha got: "Min pir bîra dibistanê kir. Ez gihîştim hevalên xwe. Min hevalên xwe yên berê dîtin."
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE