"Em ê di 3yê îlonê da li 81 bajaran tayîna 20 hezar mamosteyan bikin"

Wezîr Ozer hat Şirnexê û ji ber ku li dibistanan hefteya hînbûnê dest pê kir, beşdarî vekirina Dibistana Seretayî ya Şehît Bayram Tatar a TOKIyê bû.

"Em ê di 3yê îlonê da li 81 bajaran tayîna 20 hezar mamosteyan bikin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Mahmut Ozer got, "Em ê di 3yê îlonê da li 81 bajaran tayîna 20 hezar mamosteyan bikin. Em ê ji bo Şirnexê pêdiviya mamosteyan bidin ber çavên xwe û ji sedî 10ê 20 hezar mamosteyan ango 2 hezarî li Şirnexê tayîn bikin."

Wezîr Ozer hat Şirnexê û ji ber ku li dibistanan hefteya hînbûnê dest pê kir, beşdarî vekirina Dibistana Seretayî ya Şehît Bayram Tatar a TOKIyê bû.

Ozer di merasimê da axivî û got ku îro li çar aliyê welêt zarokan mamosteyên xwe û dibistana xwe dîtin û ew kêfxweş e ku vekirina dibistanan li Şirnexê dide destpêkirin.

Ozer diyar kir, li Şirnexê jimara mamosteyan hema bêje 5 qat zêde bû, di 2003yê da 1948 bû, îro 9 hezar û 132 mamoste li vê derê wezîfe dike û wiha dewam kir, "Em ê di 3yê îlonê da li 81 bajaran tayîna 20 hezar mamosteyan bikin. Em ê ji bo Şirnexê pêdiviya mamosteyan bidin ber çavên xwe û ji sedî 10ê 20 hezar mamosteyan ango 2 hezarî li Şirnexê tayîn bikin. Di sala 2002yê da li Şirnexê bi tevahî 270 dibistan hebûn, lê îro tenê ji bo pêşdibistanê 292 dibistan heneç Bi tevahî jimara dibistanên me li Şirnexê derketiye 752yan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE