“Em ê di demeke kurt de diyar bikin”

Selçuk: Pêvajoya tayînkirina mamosteyan wê bi awayekî otomatîk bê kirin

“Em ê di demeke kurt de diyar bikin”

Serok Erdoğan derbarê tayînkirina mamosteyan de daxuyanî dabû. Pêvajoya vê yekê wê di demeke kurt de bê diyarkirin. Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk ev daxuyanî da û got, em ê xebata ji bo mamosteyên ku serê dersan pereyan distînin jî di demeke kurt de diyar bikin. Her wiha wezîr ji bo lgs’yê jî got, wê neyê takoqkirin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: “Serok Erdoğan derbarê tayînkirina mamosteyan de daxuyanî dabû. Em ê pêvajoya vê yekê di demeke kurt de diyar bikin.”

20 hezar mamoste wê bên tayînkirin.

Pêvajo wê di demeke kurt de bê diyarkirin.

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk behsa hurgiliyan kir.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: “Niha dibistan girtîne. dema ku ev nediyariya dibistanan ji holê rabe, pêvajoya tayînkirina mamosteyan jî wê bi awayekî tomatîk bikeve rewacê.”

Wezareta Perwerdeyê ji bo mamosteyên ku serê dersan pereyan distînin jî dixebite.

Hurgilî wê di demeke kurt de diyar bibin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: “Bi wezareta darayîyê re xebat tên kirin. gelek merhele jî hatin qedandin. em ê ji bo birêvebirina vê meseleyê di demeke kurt de daxuyaniyê bidin.”

Wezîrê perwerdeyê Ziya Selçuk behsa Azmûna Têketina Liseyan yanê LGS’yê jî kir û got hemû xwendekar wekî ku serî lêdane wê bên hesibandin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: “heke rewşeke mecbûrî çênebe em ê lgs’yê di wextê wê de bikin. Ji ber ku disbitan girtîne xwendekar nikarin serî lê bidin û vê yekê bişopînin. Me her xwendekar wekî ku serî lê daye qebûl kir. Ji xwe kesê ku nexweze dikare nekeve azmûnê.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE