"Em dixwazin digel tevdîran dibistanên di 6ê îlonê da vedibin vekirî bihêlin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer: "Em dixwazin digel tevdîran dibistanên di 6ê îlonê da vedibin vekirî bihêlin"

"Em dixwazin digel tevdîran dibistanên di 6ê îlonê da vedibin vekirî bihêlin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, "Armanca me ya sereke ew e ku hemû tevdîrên tenduristiyê hildin û dibistanên di 6ê îlonê da vedibin vekirî bihêlin. Em ê tevdîran teqîb bikin. Bira dilê weliyan rehet be."

Ozer der barê amadehiyên perwerdeya rû bi rû ya li dibistanan da ji AAyê ra axivî.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer diyar kir dibistan wê di 6ê îlonê da bên vekirin û wiha got, "Armanca me ya sereke ew e ku hemû tevdîrên tenduristiyê hildin û dibistanên di 6ê îlonê da vedibin vekirî bihêlin. Em ê tevdîran teqîb bikin. Bira dilê weliyan rehet be."

Ozer destnîşan kir ji bona tevdîrên Kovîd-19ê ku li gor dibistanan hatine danîn pergala wan ya şopandina elektronîk amade ye û wiha axivî, "Bi kontrola piralî ji bona pergalê me hemû tevdîrên xwe hildane. Rica min ew e ku hemû welî, mamoste û xebatkarên me li gor rêgezên di Rêbera Kovîd-19ê da tevbigerin. Heger em guh bidin rêzikan em ê van pêvajoyan bi rehetî îdare bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE