Encamên Ezmûna Ketinê ya Personeltiya Akademîk û Perwerdeya Serlîsansê (2019-ALES/3) ku ji aliyê Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) hat kirin, eşkere bûn.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya OSYMê hat dayîn, encama ezmûna 2019-ALES/3yan a ku di 17yê mijdarê da hatibû kirin, eşkere bû.
Kesên ku ketin ezmûnê dikarin bi nimeraya T.Cya nasnameya xwe û şîfreyên xwe va li ser navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"ê encamê bibînin.
AA