Encamên bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicihkirina yekemîn a di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da li ser malpera înternetê "meb.gov.tr"yê eşkere kir

Encamên bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Encamên bicihkirina yekemîn a di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da li ser malpera înternetê ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî "meb.gov.tr"yê hat eşkerekirin.

Xwendekar wê bi hejmara nasnameyê ya T.Cyê û dîroka zayînê va li ser malpera wezaretê ya "sonuc.meb.gov.tr"yê bikaribin encamên xwe hîn bibin.

Di bicihkirina ewil da kesên nehatibin bixihkirin an jî yên dixwazin mekteba xwe biguherînin dema bicihkirinê wê dewam bike.

Di vê çarçoveyê da di navbera 29ê tîrmehê û 2yê tebaxê da bicihkirin wê çêbibe, encamên wan wê di 5ê tebaxê de eşkere bibe.

Serlêdanên tercîha neqlê ya duyemîn jî wê di 5-8ê tebaxê da çêbibe. Encamên wê jî wê di 10ê tebaxê da eşkere bibe.

Piştî vê heke xwendekarek di van deman da nehatibe bicihkirin wê serlêdanên xwe bikin. Di 6ê îlonê da pêvajoya bicihkirinê wê temamî dawî bibe.

Li gor encamên LGSyê lîseyên Anadoluyê, fen û zanistên civakî yên bi ezmûna navendî va xwendekaran hildidin ji sedî 100 tije bûn.

Rêjeya tijebûna lîseyên Anadoluyê yên teknîk û pîşesaziyê yên ku bi ezmûnê va xwendekaran hildidin, par ji sedî 74 tije bû, îsal derkete ji sedî 98an.

Di gava yekemîn a bicihkirinê ya bê ezmûn da ji sedî 91ê xwendekaran ji sê tercîhên yekî da hatin bicihkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE