Encamên bicîkirinê yên 2021-YKSyê hatin daxuyandin
ji bo encaman
Serokê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun diyar kir ku encamên bicihkirina Ezmuna Saziyên Hîndekariya Biilind (YKS) diyar bûn.
Aygun li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî tercihên 2021-YKSyê di navbera 5 û 20ê tebaxê da hatibûn qebûlkirin ku encamên bicihkirina wan bê eşkerekirin îro hatin diyarkirin.
Aygun got encamên bicihkirina YKSyê li ser malpera OSYMyê ya //sonuc.osym.gov.tr"yê hatiye eşkerekirin kesên bixwazin ji vir û sepana mobîlê ya OSYM AÎSê dikarin hîn bibin.
Aygun anî ziman encam ji bo hemû namzedan û malbatên wan li ser xêrê be û wiha got: "Ciwanên me yên ku dahatûya welatê me ne, di vê gava ewil a we ji bo zanîngehê avêt da ez ji dil û can we pîroz dikim, di perwerdeya we ya zanîngehê da serkeftina we dixwazim. Ciwanên me yên di tercîhên xwe da nehatine bicihkirin jî ez baş dizanim ku wê bi xebat û xîreta xwe va teqez bigîhijin armanca xwe."
Dîroka qeydên zanîngehan
Li gor agahiya li ser malpera OSYMyê hat belavkirin encamên bicihkirinê wê wek belge neyên weşandin û ji navnîşana namzedan ra neyê şandin.
Li gor daxuyaniyê qeydên namzedan wê di nabera 6-10ê Îlona 2021î da, qeydên elektronîk jî wê di navbera 4-8ê Îlona 2021î da wê bên kirin.AA