encamên bicîkirina YKSyê

Serokê OSYMyê Aygun ragihand ku encamên bicîkirina YKSyê hatine eşkerekirin. Encam ji ser malpera "sonuc.osym.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

encamên bicîkirina YKSyê

Serokê Navenda Hilbijartin, Nirxandin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun ragihand ku encamên bicîkirinê yên YKSyê hatin eşkerekirin.

Aygun di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da destnîşan kir ku encamên bicîkirinê yên YKSyê hatin eşkerekirin.

Encam ji ser malpera "sonuc.osym.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

Li gor rapora bicîkirinê ya YKSyê rêjeya bicîbûnê di zanîngehên dewletê da ji sedî 95,77 û di zanîngehên weqfan da ji sedî 85,75. Rêjeya bicîbûnê li zanîngehên dewlet, weqf û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur û wek mayîn di beşên lîsans, pêşlîsans û perwerdeya ji derva da di asteke baş da zêde bû. Herwiha ji 838 hezar û 221 kontenjanan 781 hezar û 165 kontenjan tijî bûn û 57 hezar û 56 kontenjan vala man.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE