Di çarçoveya KPSS 2019/1ê da encamên cihkirina li hin saziyên kamuyê ji hêla Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va hatin eşkerekirin.
Li gor agahiya li ser malpera OSYMyê di çarçoveya KPSS 2019/1ê da cihkirina namzedan a li hin saziyên kamuyê temam bû.
Namzed wê bi reqama nasnameya T.Cyê û şifreyên xwe bikevin malpera OSYMyê "https://sonuc.osym.gov.tr"yê û wê encama ezmuna xwe hîn bibin.
Di daxuyaniya OSYMyê da der barê tercîhên namzedan da jî agahî hat dayîn.
Di çarçoveya KPSSyê da di asta perwerdeya navîn da 14 hezar û 81, di asta pêşlîsansê da 18 hezar û 564 û di asta lîsansê da jî 61 hezar û 645, tevahî 94 hezar û 290 namzedan tercîh kirin.
Ji bo kadro û karên li saziyên kamuyê tevahî hezar û 14 kontenjan hatin tijekirin.
AA