Encamên ezmûna LGSyê hatin eşkerekirin

Namzed wê encamên ezmûnê li ser malpera "meb.gov.tr"yê hîn bibin.

Encamên ezmûna LGSyê hatin eşkerekirin

 Encamên ezmûna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) ya ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va di 1ê hezîranê da çêbûbû hat eşkerekirin.

Namzed wê encamên ezmûnê li ser malpera "meb.gov.tr"yê hîn bibin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî tabloyên kontenjana esas a tercîhan û rêbera tercîha perwerdeya navîn û bicihkirinê wê sibê eşkere bike.

Wezaretê îsal bi encamên LGSyê va cara ewil "Rapora Nirxandina Ezmûnê ya Navendî" jî weşand. 

Serkeftina zanistên matematîk û fenê li gor 2018an zêde bû.

Di rapora da rewşa xwendekarên ketine ezmûnê bi berfirehî hat nirxandin û li ser analîz hat kirin.

Hat gotin di ezmûna navendî da tu pirs nehatine betalkirin, milyonek û 74 hezar û 13 xwendekaran serî li ezmûnê daye û jê milyonek û 29 hezar û 555 xwendekar ketine ezmûnê.

Li gor rapora Wezaretê ya bi encamên LGSyê va eşkere kir, serkeftina zanistên matematîk û fenê li gor 2018an zêde bû.

 Xwendekarên qîz li gor kuran zêdetir serkeftî ne

Di ezmûnê da ji bilî Zimanê Biyanî di hemû testan da li gor sala 2019an kêm valahî heye, xwendekaran gelempêrî pirs bersivandine.

Hat destnîşankirin xwendekarên qîz li gor kuran zêdetir serkeftî ne, rewşa aboriyê û perwerdeyê ya malbatan çiqas zêde be xwendekar jî ewqas serkeftî ne.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE