Encamên ezmûna navendî ya LGSê eşkere bûn

Di ezmûnê da ji 36 bajarên cuda tevahî 97 xwendekaran hemû pirs rast bersivandin û 500 pûan bi tevahî hildan.

Encamên ezmûna navendî ya LGSê eşkere bûn

Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (WPN) encamên ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) ya ku di 6ê Hezîranê da hatibû kirin, eşkere kir.

Kesên ketibûn ezmûnê û yan jî dê û bavên wan dikarin ji ser navnîşana "meb.gov.tr"yê encama ezmûna xwe hîn bibin.

WPNê wekî sala par îsal jî der heqê encamên LGSê da "Rapora Nirxandina Ezmûna Navendî" weşand.

- Rêjeya beşdarbûna ezmûnê ji sedî 83 ye

Li gor raporê ezmûna navendî ya LGSê ya ku di 6ê Hezîranê da hatibû kirin bê pirsgirêk bi dawî bû. Ji çar aliyê welêt milyonek û 38 hezar û 492 xwendekar beşdarî ezmûnê bûn û rêjeya beşdarbûna ezmûnê îsal ji sedî 83 bû.

Ji 90 pirsên ku di ezmûna LGSê da hatibû pirsîn tu yek nehat betalkirin.

Di ezmûnê da ji 36 bajarên cuda bi tevahî 97 xwendekaran hemû pirs rast bersivandin û 500 pûan bi tevahî hildan.

Di rapora hat weşandin da hin taybetiyên şexsî û yên malbatê ku li ser performansa meriv xwedî tesîreke çawan in jî hatin parverkirin.

Li gorî raporê di ezmûna LGSê da dema li encama tê mêzekirin tê dîtin ku testên matematîkê ne tê da keçik di hemû testên din da ji lawikan jêhatîtir in.

Di encama nirxandina raporê da tiştekî din ê ku balê dikişîne jî heye. Zarokên ku dê û bavên wan xwendibin û yên ji hêla aboriyê va halê wan xweş e li gorî hevalên xwe piranî gavek pêşdatir in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE