Encamên ezmûna YKSyê hatin eşkerekirin

 Aygun li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê ezmûna YKSyê ya di navbera 15-16 Hezîranê çêbûbû da peyamek weşand.

Encamên ezmûna YKSyê hatin eşkerekirin

Di 15-16ên Hezîranê de bi sed hezaran xwendekar ji bo zanîngehê ketibûn ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind.

Ezmûn di 3 rûniştinan de hatibû kirin, namzedan bersiv dabûn pirsên sereke, Beş û Zimanê Biyanî.

Serokê ÖSYMyê Halis Aygün diyar kir ku encamên YKSyê hatine eşkerekirin.

Encam li ser malpera înternetê ya ÖSYMyê hatin weşandin.

Her wiha ÖSYMyê hişyarî da namzedan û ji wan hat xwestin ku ji bilî navnîşana www.sonuc.osym.gov.trê bi nimreyên nasnameyên xwe û şîfreyên xwe nekevin malpereke din. 

Her wiha ji aliyê Serokatiya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê ve hat eşkerekirin ku pirsek hatiye betalkirin.

Xwendekar wê di navbera 23 û 29ên Tîrmehê de tercihên xwe bikin.

Dîroka nûkirinê: 17 Tîrmeh 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE