Encamên ezmuna bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicîhkirina ezmuna Pergala Derbasbûna Lîseyan li ser malpera înternetê ya "meb.gov.tr"yê eşkere kir

Encamên ezmuna bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Encamên bicîhkirina ezmuna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) li ser malpera înternetê ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) "meb.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

Xwendekar wê bi reqama nasnameyên xwe ya T.C.yê û dîroka rojbûna xwe va wê li ser malpera înternetê ya "sonuc.meb.gov.tr" encamên xwe hîn bibin.

Ji bo xwendekarên di bicihkirina ewil da nehatine bicihkirin an jî yên dixwazin dibistana xwe biguherînin pêvajo wê dewam bike.

Di vê çarçoveyê da di navbera 10-14ê Tebaxê da tercîhên neqilê yên ewil wê bên kirin û encama wan wê di 17ê Tebaxê da bên eşkerekirin.

D navbera 17-21ê Tebaxê da jî tercîhên neqilê yên duyemîn wê bên kirin û encama wan jî wê di 14ê Tebaxê da bên eşkerekirin.

Piştî vê dîrokê bicihkirina sereke wê temam bibe.

Paşê ji bo xwendekarên li tu cihekî nehatine bicihkirin serlêdanên bicihkirinê ya li komîsyonên neqilê û komîsyonên bicihkirina xwendekaran ên bajêr û navçeyan wê dest pê bikin.

Di 28ê Tebaxê da bicihkirina xwendekaran wê tevahî temam bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE