Encamên LGS’ê dê sibê eşkere bibin

Encam dê li ser malpera meb.gov.trê werin weşandin...

Encamên LGS’ê dê sibê eşkere bibin

Nêzî 8 milyon xwendekarên pola 8an bi kelecaneke mezin li benda emcamên ezmûna pergala têketina lîseyê ne. Encamên vê ezmûnê dê sibê werin eşkerekirin.

Ezmûna Navendî di 1ê Hezîrana 2019an de hatibû kirin.

Di ezmûnê de 50 pirsên beşa civakî hatibûn pirsîn û ji bo bersivandinê jî 75 deqe hatibû dayîn.

Di fen û matematîkê de jî 40 pirs hatibûn kirin û ji bo wan jî 80 deqe hatibû dayîn.

Êdî dema encaman hat.

Encamên Ezmûna Navendî dê sibê li ser malpera Wezareta Perwerdeyê werin weşandin.

Lê encamên ezmûnê dê bi posteyê ji xwendekaran re neyên şandin.

Piştî ku encamên ezmûnê werin eşkerekirin, xwendekar dê di 5 rojan de ji bo îtirazê bikaribin serlêdana xwe bikin.

Tê texmînkirin ku serlêdanên tercihan jî di hefteya ewil a Tîrmehê de dest pê bikin.

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE