Wezareta Perwerdeya Neteweyî di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da encamên neqla yekemîn a esas ya bicihkirinê eşkere kir.
Di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan da encamên neqla yekemîn a esas ya bicihkirinê li ser malpera înternetê ya "meb.gov.tr"yê hatin weşandin.
Serlêdanên tercîhê ya neqla duyemîn a esas ya ku îro dest pê kir wê di 8ê Tebaxê da dawî bibe.
Encamên neqla duyemîn a esas a bicihkirinê wê di 10ê Tebaxê da bê eşkerekirin.
Xwendekarên ku li tu derekê nehatibin bicihkirin wê serlêdanên xwe ji komîsyonên neql û bicihkirinê ya bajêr û navçeyan ra bikin û di 6ê Îlonê da bicihkirin wê temam bibin.