Serokê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun diyar kir ku encamên Ezmuna Saziyên Hîndekariya Biilind (YKS) a di 26-27ê Hezîranê da hatibû kirin, diyar bûn.
Aygun ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got: "Me encamên Ezmuna Saziyên Hîndekariya Biilind (YKS) a ku di 26-27ê Hezîrana 2021î da hatibû kirin ji ser rûpela xwe ya //sonuc.osym.gov.tr ê eşkere kir. Ez hêvîdarim encam ji bo hemû namzedan bi xêr û silamet be."
Aygun destnîşankir ji bo namzed bikaribin nirxandinên xwe çêtir û baştir bikin wan berî roja ku kifşkiribûn encam diyar kirin û bi bîr xist ku ewê tercîhan jî di navbera 5-13ê Tebaxê da qebûl bikin.
AA