Ev lîse mîna fabrîqeya xwarina dixebite

Xwendekar him çêkirina xwarinan hîn dibin him jî pere qezenç dikin

Ev lîse mîna fabrîqeya xwarina dixebite

Lîseya pîşesaziyê ya bi navê Muazzez Sûmer a Diyarbekirê mîna fabrîqeya xwarinê dixebite. Derseke xwendekarên keç li ser çêkirina xwarinan e. Xwarinên ku li mitbaxa lîseyê çêdikin diroşin jî. Him xwendekar him jî dibistan bi wan xwarinan pere qezenç dikin.

Li Lîseya Pîşesaziyê ya Keçan a bi navê Muazzez Sûmer a Amedê zîla dersê ji bo çêkirinan xwarinan lê da.

Xwendekarên beşa Xizmetên Xwarin û Vexwarinê pêşmalkên xwe li xwe dikin û berê xwe didin mitbaxê.

Dersa xwendekarên keç çêkirina xwarinan e. Dibistan jî ji bo wan bi tehm û kêf e.

Xwendekar him lîseyê dixwînin him jî mutbaxa mehelî û biyanî nas dikin.

Xwarinên ku tên pijandin tê firotin jî. Him dibistan him jî xwendevan qezenç dikin.

Lîse mîna fabrîqeya xwarinê dixebite. Ji xeynî mamosteyan welatî jî ji bo taştê û firavînê tên loqenteya dibistanê.

Di mitbaqê de xwarinên cûr bi cûr tên çêkirin. Meslega xwendakarên ku lîseyê xelas dikin jî hazir e.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE