Ewilî matematîkê dixebitin, paşê pîzzayê çêdikin

Xwendekarên dibistana gund bi saya pîzzayê zûtir hînî matematîkê dibin.

Ewilî matematîkê dixebitin, paşê pîzzayê çêdikin

Xwendekarên gundê Derindibê yên li Kercosa Batmanê, bi saya çêkirina pîzzayê zêdetir ji dersa matematîkê hez dikin.

Ji bo gelek xwendekaran matematîk derseke giran e.

Mamosteyê dibistana gundê Derindibê jî piştî matematîkê ji xwendekaran re pîzzayan dide çêkirin.

Xwendekar bi riya pîzzayê hînî parînan jî dibin.

Êdî kêfa xwendekaran zêdetir ji matematîkê tê.

Xwendekarên pola 5an dersên ku di matematîkê de dibînin li ser pîzzayê jî diceribînin.

Piştî ku pîzza hat çêkirin xwendekaran zêdetir ji matematîkê hez kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE