Navenda Pîvandin, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) Ezmûna Têketina Lîsansa Bilind û Personeltiya Akademîk (2021-ALES/1) kir.
Di ezmûnê da 100 pirsên ku ji jimarkî û zarkî pêk tên hatin pirsîn. Ezmûn di saet 10.15ê da dest pê kir û 150 deqîqe dewam kir.
Pûanê ezmûnê wê 5 salan derbas bibe.
Kesên ku ketin ezmûnê û kesên ku di ezmûnê da wezîfedar bûn, ji sînordarkirina derketina derva muaf bûn.
Ji bo ezmûnê tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) jî hatin hildan û ezmûna wisa hat kirin.AA