Bi destê Serokatiya Navenda Pîvan Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) Ezmûna Personelê Akademîk û Perwerdeya Piştî Lîsansê (2018-ALES/3) ya heyama payîzê hat kirin.
Ezmûn di saet 10.15yan da dest pê kir, lê ji kesên ku piştî saet 10.00an hatin ra destûr nehat dayîn ku ew bikevin avahiyên ezmûn lê tên kirin.
Ji bo bersivan jî 150 deqîqe dem dan namzedan ku ew pirsan bibersivînin.
Encamên ALESê wê di 20ê çileya pêşîn da bên eşkerekirin.
Ji roja eşkerekirinê pê va encamên ALESê wê 5 salan derbas bibe.
Pûanên ALESê di saziyên perwerdeya bilind de ji bo hilbijartina namzedên endamê perwerdeyê, hîndekar, lêkolîner, pispor, perwerdeya lîsansa bilind û li derveyî welêt perwerdeya lîsansa bilind tên bikaranîn.
AA