Ezmûna LGS’ê roja Yekşemê ye

Xwendekarên pola 8an wê ji bo lîseyan bikevin ezmûnê 

Ezmûna LGS’ê roja Yekşemê ye

ji ezmûna têketina lîseyan lgs'ê re 4 roj man. xwendekar ji bo lîseyeke baş amadehiyên xwe yên dawî kirin û êdî li benda îmtihanê ne. 

Milyonek û 236 hezar xwendekar wê roja yekşemê bikevin ezmûna têketina lîseyan LGSê. 

Ezmûn ji 2 beşan pêk tê. Ya ewil di saet 9 û nîvê sibê de û ya duduyan jî di saet 11 û nivan de ye. 

Xwendekar wê li dibistanên xwe bikevin îmtîhanê. 

Di ezmûnên wiha de moral pir muhîm e, divê dê û bav zarokên xwe çawa motîve bikin? 

Xwendekar bi kelecan in û êdî li benda azmûnê ne. Lewra wê berhema xebata 8 salan di LGSê de werbigirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE