Ezmûna navendî ya di çarçoveya LGSyê da dest pê kir

Ezmûn du rûniştin e û rûniştina ewil bi dema Türkiyeyê di saet 09.30î da dest pê kir. Rûniştina ewil her wisa dê di saet 10.45an da bi dawî bibe. Rûniştina duyem jî dê di saet 11.30î da dest pê bike û dê di 12.50yî da jî bi dawî bibe.

Ezmûna navendî ya di çarçoveya LGSyê da dest pê kir

Ezmûna navendî ya ji bo xwendekarên pola 8emîn a di çarçoveya Pergala Destpêkirina Lîseyê (LGS) da ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dest pê kir.

Ezmûn du rûniştin e û rûniştina ewil bi dema Tirkiyeyê di saet 09.30î da dest pê kir. Rûniştina ewil her wisa dê di saet 10.45an da bi dawî bibe. Rûniştina duyem jî dê di saet 11.30î da dest pê bike û dê di 12.50yî da jî bi dawî bibe.

Ezmûna navendî wekî du rûniştinan li nava welêt di 973, li dervayî welêt jî li 7 navendên ezmûnê û her wiha li 17 hezar û 899 dibistan û 82 hezar û 551 salonî tê kirin.

Di rûniştina ewil da ji Tirkî, Dîroka Şoreşê ya T.Cyê û Ataturkvanî, agahiyên çand û exlaqa dînî û zimanê biyanî 50 pirs hene û mawe jî 75 deqîqe ye.

Di rûniştina duyemîn da jî ji dersên matematîk û zanistên fenê 40 pirs hene û mawe jî 80 deqîqe ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE