Ezmûna navendî ya di çarçoveya Sîstema Derbasbûna Lîseyê (LGS) ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya ji bo xwendekarên pola 8an dike dest pê kir.
Ji bo ezmûna navendî ya wezaret ji milyonek û 600 hezar xwendekarî ra dike xwendekar ji bo derengî nekevin zû ji kontrola nasmeyê derbas bibin herin salonên xwe şeveqê zû hatin ber avahiyên ezmûnê.
Îsal xwendekar li xwendigehên lê perwerdeyê dibînin ketin ezmûnê. Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bo pêkanîna mesafeya civakî li xwendingehan qadên ewledar hatin avakirin, avahiyên ezmûnê hatin paqijkirin û pol hatin dezenfektekirin.
Xwendekar û wezîferdar bi rûpêçan derbasî salonan bûn, li ber deriyên avahiyan antîseptîka destan hat amadekirin. Belgeyên ezmûnê yên xwendekaran jî danîn ser maseyên wan.
Xwendekar li gor mesafeya civakî û bêyî sekinandin hildan salonan.
Piştî ku li dewsa xwe rûnin xwendekar bixwazin dikarin rûpêça xwe derxin.
Di rûniştina ewil da xwendekarê di 75 deqîqeyan da 50 pirsên ji Tirkî, çanda dînî û exlaqî, dîroka înqilabê ya T.C.yê û zimanên biyanî bibersivînin. Rûniştina ewil di saet 10.45an da xilas dibe.
Rûniştina duduyan ew ê di saet 11.30yî da dest pê bike
Rûniştina duduyan ew ê di saet 11.30yî da dest pê bike û xwendekarên 40 pirsên matematîk û zanistên fenê di nav 60 deqîqeyî da bibersivînin.
Rûniştina duduyan ew ê di saet 12.50yî da temam bibe.AA