Li Batmanê doktorên dilxwaz tevî têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsa koronayê gund bi gund digerin û dibistanên kevn restore dikin. Doktorên girêdayî weqfa KAHEV’ê heta niha 10 dibistan boyax kirin.
Li Batmanê doktor him nexweşan baş dikin him jî dibistanan nû dikin.
Doktorên girêdayî Weqfa Piştgiriya Perwerdeyê ya Doktoran li gundên bajêr digerin û dibistanên kevn nûjen dikin.
Doktorên dilxwaz heta niha 10 dibistan restore kirin.Hewla doktoran gundî gelekî kêfxweş kirin.
Tîma 20 kesî ya doktoran hêdî hêdî xwe digihînin hemû dibistanan.