Fedekariya mamoste û îdarekaran

Ji bo kêfa xwendekaran binîn mektebê boyax dikin.

Fedekariya mamoste û îdarekaran

Ji bo rehetiya xwendekarên xwe her fedekariyê dikin. Mamoste û rêvebirên mekteba kocatepeyê ya li Midyada Mêrdînê, ji bo sala were xwendekarên wan li mekaneke paqij û xweşik dersan bibînin dest bi boyaxkirina hundir û deriyê mektebê kirin. Xwendekarên ku fedekariya mamosteyên xwe dibînin spasî wan dikin.

Ji bo rehetiya xwendekarên xwe di betlaneyê de jî nasekinin.

Mamoste û îdarekarên mekteba Kocatepeyê ya li Midyadê, ji bo xwendekarên wan li mekanekî paqij û xweşik dersan bibînin dest bi boyaxkirina mektebê kirin.

Mamoste û rêvebirên ku cilên xebatê li xwe kirin, ji hundirê mektebê bigirin heta der û dîwarên mektebê, bi rengên cûrbicûr û balkêş boyax û badena dikin.

Xwendekar û malbatên wan ji bo fedekariya ku dikin spasî rêvebir û mamosteyên xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE