Serokkomariyê li hemberê koça mêjî gavên girîng avêtin. Bi fuarên kariyerê ciwanên zîrek û jêhatî yên li zanîngehan tên tespîtkirin. Li Elezîzê jî nûnerên saziye resmî û taybet bi xwendekar û ciwanan re civiyan.
Serokatiya Ofîsa Çavkaniyên Mirovan a Serokkomariyê li herêmê fuarên kariyerê organîze dike.
Di bin hîmayeya Serokkomariyê û bi hevkariya 8 zanîngehan fuara kariyerê ya 4emîn li Elezîzê dest pê kir.
Rayedar û nûnerên saziyên fermî û şîrketên taybet li kampûsa Zanîngeha Fıratê standên xwe vekirin.
Nûnerên saziyan behsa sektorên xwe kirin, pîşe û meslekan dan naskirin.
Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî fuara kariyerê da.